Rapirsîn:Trump 5 puenga li pêşiya Biden e!
Li gorî rapirsîna CBS Newsê ya derbarê hilbijartinên serokomariyê yên ku dê di 5ê Mijdarê de li Amerîkayê bên kirin, rêjeya dengên Donald Trump piştî hewla kuştina wî jheta %i52 zêde bû. Rêjeya dengê Joe Biden daket % 47.
CBS Newsê navbera rojên 16-18ê Temuzê de rapirsînek di derbarê hilbijartina serokê AMerikayê de li darxist.
Pirs: Di hilbijartinên serokatiyê de,ya ku di 5ê Mijdarê de bê kirin, hunê dengê xwe bidin kî? Dixweyê piştî hewla kuştinê serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump serdestiya xwe li hember hevrikê xwe, Serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden, zêde kiriye.
Trûmp ku li gorî rapirsîna ku di 3’ê Tîrmehê de hatî kirin de dihat texmînkirin ku ji sedî 50’ê dengan bi dest bêxe, di rapirsîna niha de rêjeya dengên xwe gihand % 52’an. Biden daket %47 an.
Di anketa 3ê Tîrmehê de rêjeya dengê Biden ji sedî 48 bû, di anketa niha de daket ji sedî 47.