Polîtîk

Partiya Îslamî: Çalakiyên PKKê li Iraqê metirsiyek mezin e..

Partiya Îslamî ya Îraqî di daxûyaniyekî de behsa pirsgirêka PKKê dike û dibêje: “Çalakiyên teroristî yên PKKê li Îraqê metirsiyeke mezin a ewlehî û siyasî çêkiriye û pêdivîtî bi çareyeke bi lez heye.”

Partiya Îslamî ya Îraqî berdewamiya daxûyaniya xwe de radigihîne: “Operasyonên serbazî li Îraqê valahiyeke metirsîdar di berfirehbûna wan operasyonan de çêkiriye, rewşa hevrikiyê ya herêmî û nebûna seqamgiriyê barê Îraqiyan girantir kiriye û ew nikarin zêdetir xwe li ber bigirin. Mana pirsa operasyonan li nav axa Îraqê û hebûna PKKê li ser axa Îraqê û livîn û çalakiyên wê yên teroristî berovajî serweriya Îraqê ne.”

Partiya Îslamî ya Îraqî , çalakiyên teroristî yên PKKê şermezar dike û pêdivî jî dibîne ku helwesteke yekalîker ji bo çarekirina wê pirsê bê wergirtin.

Back to top button