Polîtîk

Di derbarê serok û rêveberiya Baroya Amedê de fezleke hat amade kirin 

Piştî ku Wezareta Dadê destûra lêkolînê da, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê serokê baroyê û endamên lijneyê de fezleke amade kir.

10 emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ku doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî lê tê dîtin, wê rêveberên Baroya Amedê li gor xala 301 emîn a Qanûna Cezaya Tirkiyê darizîne.

Tawanbariyên li dijî rêveberên baroyê ji daxuyaniya 24 ê Nîsana 2022an a bi sernavê ” Divê rûbirûbûn û helalî ji 24ê Nîsana 1915an dest pê bike” tê. Rûniştina ewil wê di 18ê Cotmehê de bê dîtin.

Doza ku 3 polîs di derbarê qetilkirina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî de beraat kirin, nîqaşên mezin çêkir. Heman dadgehê niha jî daxuyaniyên rêveberên baroyê bi hinceta ku sînorên rexneyê derbas dikin dinirxîne. Piştî ku Wezareta Dadê destûra lêkolînê da, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê serokê baroyê û endamên lijneyê de fezleke amade kir.

Li gor nûçeya nûçegihanê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) Denîz Tekîn, 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê piştî ku îdianame hat qebûlkirin dosya şand Amedê. 10 emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku rêveberên baroyê li gor xala 301 emîn bên darizandin û roja danişînê diyar kir.

Back to top button