Cîhan

Dadweriya Îranê ji Pezeşkiyan “hikûmeta bi rejîmê re lihevhatî“ dixwaze 

Serokkomarê nû û reformxwaz ê Îranê Mesûd Pezeşkyan di rojên pêş de wê dest bi sazkirina hikûmeta xwe ya nû bike. Pezeşkyan ê ku reformxwaz e û dixwaze navbera Îranê û dewletên rojava nermtir bike, ji niha de rastî zixtên rejîma Îranê tê.

Dadweriya Îranê ji Pezeşkyan dixwaze ku hikûmetek bi rejîmê re lihevhatî, ango di bin bandora jerîmê de be, ava bike. Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê Gulamhusên Muhsîn Eceyî bang li Serokê hilbijartî yê reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan kir ku hikûmetek li gor sîstema îdarî ya wî welatî ava bike.

Muhsîn Ejeyî daxuyand ku “Divê em di pêkanîna hikûmetê de çalak bin û alîkariya serokkomarê hilbijartî bikin da ku bi Komara Îslamî re hikûmetek lihevhatî ava bike”. Hikûmeta Pezeşkyan wê di nîvê meha Tebaxê de dest bi kar bike.

Gelo wê Pezeşkyan kakribe ji bin bandora rejîma Komara Îslamî derkeve û bi siyasetek nû û reformxwaz hikûmeta xwe bidomîne ne diyar e.

Ji aliyê din, Pezeşkyan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn doh bi telefonê axivîn. Herduwan li hev kirin ku têkiliyên di navbera her du welatan de zêdetir pêşve bibin û di nava vê salê de bicivin.

Back to top button