Civak

Ocalan tê serbestkirin?

 
Hate ragîhandin ku wê serokê PKKê Ebduleh Ocalan were serbestkirin.
 
Saziya Bijişkên Tirk (TTB) xwe amade dike ku here girava Imraliyê û leşsaxiya Ocalanî, cihê ku lê dimîne û rewşa wî ya psîkolojî bipeyitîne.
 
Tê gotin ku rewşa leşûsaxiya Ocalan serobin bûye û dê ev heyeta bijişkan li şûna wî ew sihêt bike û piştre dê raporekê binivîse.
 
Demekurtek berî niha jî hatibû ragîhandin ku wê Ocalan ji ber rewşa xwe ya leşsaxiyê ji girtîgehê bê derxistin û di vê derbarê de jî daxwazî ji Saziya Bijişkên Tirk re hatibû kirin.
Niha ji bo ku Ocalan di binê kontrola heyetek bijişkên bêalî re bête derbaskirin, bi awayekî lêkerî dest bi xebatê hatiye kirin.
 
Li gor nûçeyeke televizyona Starê, Mezlûm Dînç ê bervedêrê Ocalan daxwaznameyek daye Saziya Bijişkên Tirk û daxwaz kiriye ku heyetek bijişk here Îmraliyê û leşsaxiya Ocalanî bereçav bike. Saziya Bijişkan jî ew daxwaz pejirandiye û ji bo ku heyetekê bişîne, serî li Wezareta Dadê xistiye.
Tê payîn ku Wezareta Dadê wê di van rojên di pêşiya me de biryara pejirandina daxwaznameya Saziya Bijişkên Tirk bide.
Lê li gor hin xeberên belavbûyî ku belav bûne, Wezareta Dadê daxwaza Saziya Bijişkên Tirk napejirîne û ebûqatên Ocalan jî xwe amade dikin ku vê meselê daxînin nêv qada Navnetewî û di Raya Giştî ya Cîhanê de bingeheke nû bidin amadekirin.
 
Berhem Badik      
 
Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button