Parêzgeha Hewlêrê bûye navenda şewatê
Di nava şeş mehan de, di nav sînorên parêzgeha Hewlêrê de nêzîkî 430 şewat derketine.
Balkêş e, piraniya şewatên ku derdikevin di nav sînorên parêzgeha Hewlêrê de pêk tên. Kî dike, kî nake, plan e yan lihevrasthatin e kes nizane. Lê heke wilo biçe û xemsariya li hember van şewatan bidome, wê hê gelek agir û şewatên din li Hewlêr û derûdora wê derkevin an bên derxistin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Sivîl ya Hewlêrê, di 5 mehên destpêkê yên sala 2024an de 407 şewat di nav sînorên parêzgeha Hewlêrê de derketine, ji wan di meha Çile de 80 şewat, di meha Sibatê de 91 şewat, Di meha Adarê de 91, di meha Nîsanê de 104 û di Gulanê de jî 41 şewat derketine.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku ji tevahiya bûyerên şewatê 156 mal, 94 otomobîl û 23 jî agir bi dikan, bazar û cihên giştî ketine û nêzîkî 1000 dikan şewitîne.
Şewata herî dawî ya li parêzgeha Hewlêrê, di 12.06.2024, di parzûngeh û depoya ku madeyên pîşesaziya isfilt lê tên bikaranîn, li ser rêya Hewlêr-Kwêr derket. Ji aliyê din, di vê meha Hezîranê de li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 20 bûyerên şewatê derketine.
Helbet ev agir û şewat ziyanek mezin dide xwediyên dikan û kargehan û herweha aboriya Herêma Kurdistanê jî dikeve bin bandora wê ziyanê. Heger ev agir û şewat lihevrastkatin û xwezayî derketibin yan derdikevin tiştek cuda ye. Na heger ji bo têkbirin û alozkirina aramî û aboriya Herêma Kurdistanê be û ji qestî ve bên kirin, divê rayedarên Herêma Kurdistanê kumê xwe deynin ber xwe û piçekî bifikirin.