Polîtîk

Bakirî: Pêşerojek hevbeş, dîroka hevbeş û çarenivîsa hevbeş me tîne cem hev

Piştî hevdîtin û civînên hevbeş, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Alî Bakirî daxuyaniyek hevbeş dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî zimên ku wan bi Alî Bakiri re behsa başkirina peywendiyên aborî kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Alî Bakîrî kir. Piştî hevdîtinê, Serokwezîr û Wezîrê Îranê derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyek hevpar dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Li ser çawaniya pêşxistina peywendiyên aborî yên navbera Îran û Iraqê, bi taybet Herêma Kurdistanê, û aramiya siyasî û kêşeyên ewlehî yên li navçeyê, em hevfikir in ku aramiya navçeyê di warê siyasî de di berjewendiya herdu aliyan û hemû herêmê de ye”.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Alî Bakirî di axaftinan xwe de ji ber ku Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya Serokkomar û Wezîrê Derve hevxemiya xwe nîşan daye, spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Bakiri axaftina xwe wilo domand: “Hebûna pêşerojek hevbeş, dîroka hevbeş û çarenivîsa hevbeş me (bi Herêma Kurdistanê re) tîne cem hev. Vê peywendiyê hêzek yekalî çêkiriye ku wê aramî û ewlehiyê bîne navçeyê. Ev hêz dibe sedem ku dijminên me berdewam çavdêriya me bikin. Çunkî ew naxwazin aramiya giştî li Îran û herêmê dabîn bibe”.

Back to top button