Kultur
Kurdistan vîzeya hinek welatan radike
Wezareta Navxweya Hikûmeta Kurdistanê li hengavekî girîng de vîze li ser welatên Kuwêt, Qeter û Îmarata Yekgirtiya Erebî hilgirt û bi vî awayî geştiyarên van welatan dikarin bê vîze serdana Kurdistanê bikin.
Li vî derbarî de Nadir Rostî Peyvdarê Desteya Giştî ya Geştuguzariya(Turizm) Herêma Kurdistanê ronahî kir ku ev hengava Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê bi navê handana zêdetir geştiyarên Kurdistanê bûye û bi vî awayî geştiyar dikarin raste rast bi Balafirxaneya Hewlêrê geşt encam didin.
Ev biryara Wezareta Navxo li demek daye ku şemiya derbasbûyî Desteya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî kompanya Kuwêtî bi mebesta anîna geştiyaran bo Herêma Kurdistanê kir.