Cîhan

Washington jî PYD şermezar kir

Wezareta Derveya Amerika li daxuyaniyekê de, ji ber wan bûyerên li Amudê pêkhat PYD şermezar kir.

Di daxuyaniyê de dibêje, li xwepêşandanên aştiyaneya li bajarê Amudê ya Suriyê hêzên PYD dijî gel û xwepêşanderan tundî bikaranî û nêzîkî 90 kesan binçavkirin. 

Di Daxuyaniya Wezareta Derveya Amerika de hatiye nivîsandin ku ti sedemeke mafdara êrîşkirina li ser xwepêşanderan tûneye, her wiha PYD nikare mafên xwepêşandanên aştiyane, mafên mirovan û demokrasiyê binpêbike. Her wiha daxuyaniyê de dibêje li gor zanyariyên gihîştine destên me PYD wan kesên binçavkirî îşkence kiriye, eve nayê qebulkirin û divê PYD demeke nêzîk de bê şert û merc wan kesan serbest berde.

Back to top button