Cîhan

Gulf Keystone Petroleum diçe Şêxanê

Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku girêbestek digel şirketa Gulf Keystone Petroleum a brîtanî îmze kiriye bo derxistin û pêşxistina bîra petrolê ya Şêxan.

 Wezareta çavkaniyên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê bi daxwiyaniyekê ragehand k, girêbestek digel kompaniya Gulf Keyston ku, yek ji kompaniyên mezin yên Brîtaniyayê ye, îmze kiriye û got:

      Niha şirketa Gulf dikare li bîra petrolê ya Şêxan rojane 40 hezar bermîl petrol berhem bîne, lê tê çaverêkirin heta sê salên din ev rêjeya han bigihe 150 hezar bermîl petrol di rojekê de.

 Di daxwiyaniya wezaretê de wiha tê gotin:

      Biryare şirketa Gulf Keyston sala 2018’ê asta berhemanînê li bîra petrolê ya Şêxan bo 250 bermîl petrol di rojekê de bilind bike

 Li gor malpera basnews, wezareta çavkaniyên xwezayî radighîne ku hedefa wan ew e ku asta berhemanîna petrolê heta dawiya sala 2015ê bighînine yek milyon bermîl di rojekê de, 10 sal piştî wê jî asta berhemanîna petrolê bighînin 2 milyon bermîl petrol di rojekê de.

 

 Wek tê zanîn ji 17 welatên cîhanê 40 şirketên petrolê li herêma Kurdistanê kar dikin û wezareta çavkaniyên xwezayî ya Kurdistanê jî tekez dike ku hikûmeta herêmê hewl dide heta dawiya salê asta berhemanîna petrolê bighînine 400 hezar bermîl petrol di rojekê de. 

Back to top button