Kiryarên hovane li dijî endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê berdewam in, herî dawî çar endamên partiyên di nav ENKSê de li bajarên Dêrik û Amûdê ji aliyê çeteyên çekdarên girêdayî PYDyê ve hatine revandin.
ENKSê di derheqa revandina endamên xwe de di daxuyaniyekê de daxwaza azadkirina wan bi zûtirîn dem kir û herwesa daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî jî kir ku karekî ji bo rawestandina van kiryarên hovane bike û givaştinê bixe ser PYDyê da ku tevahiya girtî û revandiyan azad bike.
Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya PDKSê Nafi Ebdila di vî warî de daxûyaniytek mda û got: “Rêveberî di îdareya herêmê de têkçû ji ber ku nekarî bihayê genim bilind bike, nekarî hilbijartinên xwe çê bike, nekarî xizmetkariyan ji milet re dabîn bike, xasma wekî karebê û avê, xelk îro gelkî ji meseleya avê gazinan dike. Ev tişt bûn sedemek ku berê Rêveberiyê ketiye girtina hevalan ji bo ku berê milet ji tiştên serekî dagerîne.”
Berdewama daxûyaniya xwe de Ebdila dibêje: “Ev kiryar derfetê peyda nakin ku careke din diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên din de dest pê bike.”
Ji destpêka Adara 2024an ve, zêdetirî 12 endamên partiyên di nav ENKSê de ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û zêdetirî 11 caran jî çekdaran êrîşî nivîsîngehên ENKSê li bajarên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û ew şewitandine.