Polîtîk

PDK û Eniya Tirkmenî ya Iraqê li hev kir

Hat zanîn ku li Kerkûkê di navbera pêkhateyên bajêr de lihevkirinek çêbûye. Tê gotin ku YNK di derbarê hevdîtinên piştî Cejna Remezanê de nehatine agahdarkirin.

Doh şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokê Koma Eniya Tirkmenên Iraqê li Parlamentoya Iraqê civiyan. Di civînê de behsa dema lidarxistina yekemîn civîna encumena parêzgeha Kerkûkê, ku zêdetirî 5 mehan hatiye paşxistin, hat kirin.

Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê Ahmet Remzî Koprûlû di vê derbarê de axivî û got: “Ji bo ku civîna yekemîn a li Meclîsa Parêzgehê pêkbê, bi PDK re lihevkirinek çêbû. Di vê mijarê de lihevkirinek di navbera aliyan de heye”.

Li gor yasayên encûmena parêzgehê, di civîna yekem de serokê encûmenê û cîgirê wî tên hilbijartin. Li gor vê yekê, endamê Fraksiyona YNK Parwîn Fatîh wê serokatiya civînê bike.

Piştî civîna yekem wê ji bo walîtîyê li bajêr kesek bê hilbijartin.   Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî di 30ê Gulanê de li Kerkûkê bi nûnerên pêkhateyan re li ser avakirina hikûmeta xwecihî hevdîtin pêk anîbû.

Di hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê de, YNK bi 5 kursiyan, Hevpeymaniya Erebî bi 3 kursiyan, PDK û Eniya Tirkmenî ya Iraqê her yek bi 2 kursîyan, Urba bi kursiyekî û herî dawî jî kursiyek ji kotaya lîsteya Babilê re hatiye veqetandin.

Back to top button