IYI Partê ji hevdikeve !
Gotubêjên hevdîtina Seroka Giştî ya berê ya İYİ Partiyê Meral Akşener û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berdewamin, Gelek şirove û nirxandinên cuda li ser vê hevdêtinê têne kirin. Rojnemevan Sedat Bozkurt diyar kir ku İYİ Partî ber bi hilweşînê ve diçe,
Sedat Bozkurt di nivîsa xwe ya li Kısadalgayê de der barê nîqaşên ku bi hevdîtina Meral Akşener a bi Erdogan re li Qesrê dest pê kirin de agahiyên girîng ên paşperdeyê da.
Beşek ji nivîsa Bozkurt wiha ye:
“Musavat Dervişoglu, bi zelalî û tûjbûna axaftinên xwe, wêneyek ku bikaribe berhev bike û partiya xwe kom bike, çêkir. Lê pêk nehat. Gelek navên girîng tevlî tu civînên partiyê nabin, gelek gotin hne ku dibljin ku, Parlamenterê Konyayê Unal Karaman li ser rêyê ku ji dev partiya xwe berde tevlî AKPê bibe. Ahmet Eşref Fakîbaba dê careke din biçe Refahê. Di nava navên ku dê ji partiyê derkevin de Lûtfullah Kayalar û Nîmet Ozdemîr jî hene. Em ê di demek nêz de van bibînin.
‘Koray Aydin bi parlementerên ku pê re tevdigerin re li ser biryara îstifaya xwe ya ji İyi Partiyê diaxive’
Erdheja li İyi Partiyê dê piştî cejnê çêbibe. Koray Aydin biryara îstifaya xwe ya ji İyi Partiyê bi parlementerên ku pê re tevdigerin re diaxive. Heta mirov dikare bibêje ku biryarek daye. Yanî dibe ku IYI Partî di parlementoyê de wek fraksiyon jî nemine. Yek ji damezrînerên partiyê Yavuz Ağıralioğlu ku ji ber vê îhtîmala belavbûna İyi Partiyê ji İyi Partiyê îstifa kir, ji bo avakirina partiyek nû dilezînee.