Cîhan

Macron parlemento fesih kir û biryara hilbijartinên pêşwext da

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku li wî welatî di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, partiya rastgira tund bi ferqeke mezin di rêza yekem de cih girt, parlamento fesih kir û biryara hilbijartinên giştî yên pêşwext da.

Di hilbijartinên Parlementoya Ewropa yên li Fransayê, Partiya Mîtînga Neteweyî (RN) ya bi pêşengiya rastgira tund Marîne Le Pen bi rêjeya ji sedî 31,50 di rêza yekem de cih girt û partiya Serokkomar Emmanuel Macron Rönesans jî bi rêjeya ji sedî 215.2 di rêza duyem de cih girt.

Macron piştî ku partiya wî bi ferqeke mezin têk çû, daxuyanî da û destnîşan kir ku “encam ji bo partiyên ku Ewropayê diparêzin ne baş in” û destnîşan kir ku hilbijartinên pêşwext wê di navbera 30ê Hezîranê û 7ê Tîrmehê de bên kirin.

Makron di daxûyaiya xwe de da kifşkirin ku, ji bo bi hilbijartinek nû, parlemento fesih kiriye , û kabineya xwe dicivine û ji bo hilbijartina biryarên nû werdigire.

Back to top button