Şaredarê DEMê ji Partîyê îstifa kir
Parêzer Halîl Îbrahîm Karabûlût ku ji Partiya DEM’ê weke şeredarê bajarokê Aviskê ya navçeya Qubînê hatî hilbijartin, diyar kir ku li gel endamên meclîsê ji partiya xwe îstifa kiriye.
Karabulut di daxûyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir ku ew ê wezîfeya xwe ya şaredariyê bi awayekî serbixwe bidomînin.
Daxuyaniya Karabulut wiha ye:
“Ji îro û pê ve min biryar da ku weke şaredarekî serbixwe erka xwe ya şaredariyê bidomînim. Sedema herî girîng a wergirtina vê biryarê ev e: Em di wê baweriyê de ne ku wekî şaredarek serbixwe em dikarin xizmetguzariyên herêmî yên bi bandor û pirojeyên berfireh li bajarê xwe cîbicî bikin, li ser vê rêyê ku me ji bo geşepêdan û aramiya Du Pirên xwe danî. Ji ber vê yekê em bi rêz û hurmet ji we gelê xwe yê hêja û raya giştî re radigihînin ku me tevî endamên Meclîsa Şaredariyê dest ji Partiya Wekheviya Gelan û Demokratîk (DEM) berdaye û em ê bi awayekî serbixwe rêya xwe bidomînin. Hêviya piştgirî û duayên we ne.”