Civak

Serokê Hukumetê serdana laleş kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Lalişê li qezaya Şêxanê kir û ji aliyê Mîrê Êzidiyên Kurdistanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Rohanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Êzidiyatî û Êzidî ji dîn û pêkhatên resen ên Kurdistanê ne û got, “Her tiştê ji destê me bê, em dê pêxemetî zêdetir xizmetkirina wan bikin.”

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da giringî û pêdivîtiya asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirina wê deverê û vegeriyana awareyan bi serbilindî ji bo cihên wan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Şingal wekî hemî deverên din ên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo me gelek giring e. Herwesa mijara asayîkirina rewşa Şingalê û deverên din ên Kurdistanî yek ji mijarên serekî yên danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ne, ku em daxwaz dikin arêşeyên wan deveran li ser bingeha destûrî û lihevkirinan bên çarekirin.”

Back to top button