Li Îranê jinek jî bû berbijêra serokomariyê
Parlamentera berê ya Parlamentoya Îranê Zohre Elahiyan ji bo hilbijartina serokomariyê ya ku dê di 28ê Hezîranê de bê kirin bû berbijêrê serokomariyê û serî lidezgehê hilbijartinê da.
Her wiha Şaredarê Tehranê Zakanî, mele û siyasetmedar Mirtaceddînî, Wekîlê Zahîdan Malikî û Waliyê berê Dehmerde jî ji bo namzetiyê serlêdan kirin, hejmara namzetên hilbijartinê gihaye 17 kesî .
Parlamentera berê ya jin a Îranê Elahiyan di roja sêyemîn a serlêdanê de hat Wezareta Karên Navxweyî û namzetiya xwe ragihand.
Elahiyan di civîna çapemeniyê ya piştî bidawîbûna pêvajoya tomarkirinê de axivî û got, “Druşmeya hikûmeta min ‘Hikûmeta saxlem, aboriya saxlem û civakeke saxlem e’.
Elahiyan got, “Hikûmeteke saxlem li şûna ku xwe ji hemû kar û barên welat berpirsyar bibîne, divê kapasîteya ciwanan bi kar bîne û bi vî rengî şêwazeke nû ya rêveberiyê pêşkêş bike.”
Doktora pizîşkî Zohre Elahiyan di heyama berê ya Parlamentoya Îranê de ji Herêma Tehran, Rey, Şemîranat, Îslamşehr û Perdisê wek parlamenter hat hilbijartin. Elahiyan ku serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a li Meclîsê dikir, di Sibata 2023’an de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ketibû lîsteya reş de û hatibû sizakirin.