Serokatiya Kurdistanê li ser bûyera Amûdê bi guman e
Serokatiya herêma Kurdistanê li dor bûyerên van rojan li bajarê Amûdê li rojavayê Kurdistanê qewimîne daxuyaniyek da û dibêje ku, ew bûyerên li Amûdê qewimîn bi guman in û divê di demek xê de hemû aliyên rojavayê Kurdistanê dawiyê bi arîşe û nakokiyên xwe bînin.
Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyua xwe dibêje ku, çênabe bi tu awayî ji bo çareserkirina pirsgirêkan çek bê bikaranîn û divê hemû pirs bi rêya diyalogê bên çareser kirin.
Ev li jêr teksta berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê:
Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê rûdawên çend roja derbasbûyî ya bajarê Amudê li rojavayê Kurdistanê bi gûmane û hêvîdare demeke zû de hemû aliyek dawiyê bi kêşe û nakokiyan bînin.
Helwesta xwe dupat dikîn ku nabê bi tu awayekî ji bo çareseriya kêşeyan, dest ji bo çek bibin û divê li rêya diyalog û hevdûtêgihiştinê dawiyê bi giriftan bînin. Divê hemû aliyê Kurdistaniyan bi ruhêkî berpirsiyarane, xwînrihtina Kurd bi destê Kurd heram bikin û nabê li tu rewşek de rê bidin li rêya çek û hêz ve nakokiyan yek alî bikin.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29.06.2013