Polîtîk
Aliyên siyasî piştevaniya çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) piştî civîna xwe ya bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Me bi tevaya aliyên siyasî yên Îraqê re peywendiyeke baş heye û wan jî piştevaniya xwe ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî bingehîn diyar kir”.
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Civîn erênî ne û em hemî li benda encaman in û em hêvîdar in di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de bin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.