Polîtîk

Encumena Wezîran: Divê Hikûmeta Federal erka xwe ya destûrî bi cîh bîne

Civata Wezîrên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji dewleta federal xwest ku berpirsiyariya xwe ya destûrî ya şandina bûdçeya Herêma Kurdistanê bi cîh bîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serpereştiya Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de, raportek li ser yasaya bûdceya giştî ya salên 2024-2025an, ku di civîna awarte ya Encûmena Wezîrên Iraqê de di 19ê Gulana 2024an de hatibû pesendkirin, hat pêşkêşkirin. Civata wezîran her weha şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê erkdar kir ku ji bo paraztina berjewendî û mafên destûrî yên mûçegiran li herêmê hemahengiyê bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê hemû wezaret bi hemahengî li gel Wezareta Darayî ya Iraqê li ser dayîna mûçeyan berdewam bin û lîsta mûçeyên karmendan di dema xwe de ji hikûmeta federal re bê şandin û got: “Li beramberî vê yekê hikûmeta federalî divê erka xwe ya destûrî ya şandina bûdçeya herêmê bi cîh bîne”.

Back to top button