Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Qeterê civiya

Îro piştî nîvro Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Bin Hesen El-Hemadî kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Qeterê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê jî tê de amade bûn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Qeterê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha behsa derfet û warên xwe kirin.

Şanda Qeterê dûpat kir ku baweriya xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê heye û dixwaze pêwendiyên xwe di warên aborî û bazirganî de ku Qeter li Hewlêrê vedike zêdetir pêş bixe. Her wiha amadebûna xwe ji bo sermayeguzariyê di warên enerjî, tûrîzm, çandinî, perwerde, tenduristî û gelek warên din de nîşan da.

Serok Barzanî bi helkefta vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Qeterê kir û balkişand li ser wê yekê ku sermayeguzariya Qeterê li Iraq û Herêma Kurdistanê barekî baş e bi taybetî di projeyên jêrxaneyan de. Herwiha spasiya piştevanî û alîkariyên Qeterê bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê gelek hevkariyên xwe ligel Qeterê hene.

Her li vê hevdîtinê de rewşa navçeyê û çendîn mijarên ku her du alî hene hatin gotûbêjkirin.

Back to top button