Cîhan

Pûtîn: Em ji bo danûstandinên bi Ukraynayê re amade ne

Serokê Rûsyayê Pûtîn diyar kir ku ew ji bo muzakereyên bi Ukraynayê re amade ne û got: “Dikarin vegerin ser muzakereyan, lê ne li gor daxwaza welatekî tenê, li gor lihevkirinên bingehîn ên ku di danûstandinên li Belarûsê de hatine kirin, em dikarin vê bikin”.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di nirxandinekê de di derbarê şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de diyar kir ku ew dikarin di bin şert û mercan de danûstandinên aştiyê gotûbêj bikin. Bi Lukashenko re hevdîtin kir Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Kremlînê hat dayîn, Pûtîn serdana Belarûsê kiriye û bi Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko li paytext Mînskê li Qesra Serxwebûnê hatine cem hev.

Pûtîn û Lûkaşenko piştî hevdîtinan civîna çapemeniya hevpar li dar xistin. Pûtîn li ser mijara muzakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî got ku Rûsya tu carî dev ji danûstandinan bernedaye û Îngilîztanê ji bo vê yekê cesaret daye Ukraynayê.

Pûtîn di mijara muzakereyê de got: “(Ukraynî) dikarin li muzakereyan vegerin, lê ne li gor daxwaza welatekî, li gor peymanên bingehîn ên ku di navbera wan de hatine kirin dikarin vê bikin. Em ji bo danûstandinên ku li Belarûs û Tirkiyê tên kirin û ji bo rastiyên li holê amade ne”.

Back to top button