Cîhan

Îranê Tirk derewîn derxistin

Wek di gelek mijarên din de, di lêkolîn û dîtina enkaza helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de jî çapemenî û gelek dezgehên Tirkiyê derew kirin û gotin ku enkaza helîkoptera reîsî ji alî baklafirên keşfê ÎHA yên Akinci ve hatiye dîtin. Bi vê kiryar û helwestê hem ji xwe re paye derxistin û penê ÎHA yên xwe dan, hem jî henekê xwe bi Îranê kirin û xwestin hêza Îranê di awira gelemperî de piçûk bixin.

Rayedarên leşkerî yên Îranê diyar kirin ku cihê ku helîkoptera Reîsî lê ketiye xwarê, ne ji aliyê balafirek bêmirov a Tirkiyê, lê ji aliyê balafirên xwemalî ve hatiye keşifkirin.

Karbidestên leşkerî yên Îranê ragihandin ku ji bo dîtina helîkoptera Serokkomar Îbrahîm Raîsî, ku li herêma çiyayî ya li bakurê rojavayê Îranê ketibû xwarê, wan firokeyên bêmirov ên Îranê bi kar anîne. Rayedarên Îranê diyar kirin ku balafira bêmirov a ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye şandin, “Tevî ku alavên dîtina şevê hebin jî, nekarîbû cihê qezayê bibîne”.

Di daxuyaniya ajansa fermî ya nûçeyan a ÎRNA yê de hat gotin: “Ew balafira bêmirov cihê ketina helîkopterê bi awayekî rast ranegihandiye û di dawiyê de vegeriyaye Tirkiyê”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, cihê ku helîkopter lê ketiye ji aliyê hêzên bejahî û balafirên bêmirov ên hêzên çekdar ên Îranê ve hatiye keşifkirin.

Back to top button