Cîhan

Zêdeyî 3 hezar girtî dixwazin tev li artêşa Ukraynayê bibin

Cîhgira Wezîra dadê ya Ukraynayê Olena Vysotska got ku zêdetirî 3 hezar girtiyên li Ukraynayê li gor qanûna nû, ya ku li dijî dagîrkeriya Rûsyayê armanca wê peydakirina şervanên zêdetir e, ji bo beşdarî hêzên çekdar bibin serlêdan kirine.

Vysotska ji televizyona Ukraynayê re got: “Li gor texmîna ku berî qanûn bê pejirandin, ev yek zêdetirî 3,000 kesan dihewîne”.

Di destpêka Gulanê de, parlamentoya Ukraynayê qanûnek pejirand ku destûrê dide hin kategoriyên girtiyan ku di berdêla serbestberdana bi şert de di nav hêzên çekdar de li dijî Rûsyayê şer bikin.

Ev qanûn di heman demê de girtiyên ku daxwaza paraztina welatê xwe dikin jî digire nava xwe û piştî ku tenduristiya wan ya laşî û derûnî baş be, bi erêkirina rayedarên leşkerî wê têkeve merîyetê. Ev qanûn ji bo girtiyên ku ji ber hin sûcên giran wek sûcên “kuştina bi qest, şîdeta zayendî, êrîşa li dijî ewlekariya netewî yan jî gendeliyê derbas dibe.

Tenê girtiyên ku ji 3 salan kêmtir di girtîgehê de mane wê karibin daxwazek weha bikin. Ukrayna, ku ev zêdetirî du salan e li dijî dagirkeriya Rûsyayê li ber xwe dide, bi kêmbûna leşker û çekan re rû bi rû ye, zêdetir nikare xwe li ber her artêşa Rûsyayê biprêze. Zêdeyiya hejmara jeşkirên artêşa Rûsyayê Ukraynayê mecbûrî peydakirina leşkirên zêde dike.

Li Rûsyayê, koma paramîlîter a Wagner jî di sala 2022an de bi deh hezaran girtî ji girtîgehên Rûsyayê derxistin û ew girtî paşê di êrîşên xwînrêj de hatin bikaranîn û bi taybet di dema Şerê Bahmutê de piraniya wan hatin kujtin.

Back to top button