Civak

DEM banga çalakiya dike !

clear

Berdevka DEMê Ayşegul Dogan, piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiyê, di derbarê biryarên Doza Kobanî de kongreyek rojnemevanî li darxist. Dogan ku banga çalakiya ji bo 3 parêzgehan kir û got,:Di serî de em ê sibê demjimêr di 17.00 de li Edeneyê, di demjimêr 16.00’an de li Amedê û demjimêr 17.00’an li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bi gotina ‘demokrasiya her kesî’ bên cem hev. Eger em hemû dengê xwe bi hevre bilind nekin dê rojên pir dijwartir li benda me bin.

Berdevka DEM’ê Ayşegul Dogan têkildarî biryarên li ser Doza Kobaniyê ya têkildarî xwepêşandanên kolanan ên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de derketin de axivî. Dogan, anî ziman ku daxuyaniyên ku wan weke partî di derbarê Doza Kobanî de ji destpêka dozê de dayîn di nava raya giştî de awayê pêwîst cih negirt. Dogan diyar kir ku biryarên dadgehê tu wateya wan a hiqûqî nîne.

Dogan dibeje ku, ev biryarên dadgehê ji bo me dibe destpêka tekoşînek nûjen.

Doganaxavtina xwe de got,:”Felsefeya siyasetê ya partiyê tê nirxandin û tola pêvajoya çareseriyê tê hilanîn.” Di rêya me ya li vir de, em hemû raya giştî vedixwînin ku ger muxalefetê têkoşînek hevpar bimeşîne dê îro siyasetmedarên HDP’ê jî li hundir bigerin. Yekane hêza ku nikare van siyasetmedaran bi salan di hundirê xwe de rehîn bihêle, hevgirtina me ye. Yekane hêza ku dikare Yuksekdag û Demirtaş azad bike ew e ku bi têkoşîn û hevgirtinê zêde were naskirin Her kesê ku bi salan bi neheqî û bê hiqûqî di girtîgehê de maye, divê ji girtîgehan derbikeve, wekî din nekare behsa normalîzekirin û nermkirinê were kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button