Civak

Serokwezîr serdana cihê şewata bazara Qeyser a Hewlêrê kir


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyser a Hewlêrê kir.
Serokwezîr sipasiya tîmên agirkujî û rizgarkirinê, polîs û hêzên ewlehiyê kir ku erkên xwe bi cih anîne û ji saziyên pêwendîdar ên hikûmetê re jî peywirdar kir ku di zûtirîn dem de lêkolîneke berfireh û kûr bikin ji bo naskirina sedemên dubarebûna agirpêketinê.


Serokwezîr her wiha bang li dikandar, esnaf û bi giştî welatiyan kir ku tedbîrên ewlehiyê bigirin da ku ev bûyerên diltezîn dubare nebin.
Got jî, heta ji destê me tê emê alîkariya hemû mexdûrên şewata bazara Qeyser a Hewlêrê bikin. Wî jêderî eşkere kir ku ev bazar berhemeke dîrokî ye û em hewl didin bi şêwirîn û hevkariya aliyên peywendîdar vê bazarê vegerînin.

Back to top button