Hamasê Agirbest qebûl kir!
Li gor nûçeya Al Jazeera, Hamasê ji navbeynkarên Qeter û Misrê re dayexûyakirin ku ew pêşniyara agirbestê qebûl dike.
Eve demek bû li Misrê hevdîtin ji bo agirbestekî berdewam dikiran. Îro hinek nûçe belav bûn ku,Hamas ji xwe hevdîtina vekişandiye û hevdîtin dawî bûne.
Pîştî ku Îsrail da xûyakirin ku, divê 100 hezar filîstînî Refahê biterikînin, hevdîtinek navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de çêbû. Di daxuyaniya Qesra Spî da hat destnîşankirin ku, Biden di hevdîtinên li Dohaya paytextê Qeterê da xebatên ji bo bidestxistina peymana girtiyan agahiyê daye Netanyahu. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Netanyahu razî bûye ku Deriyê Sînor ê Kerem Şalom ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê vekirî bimîne û hat destnîşankirin ku Biden helwesta xwe ya zelal li ser operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê dubare kir.
v