Civak
Şampîyon Amedspor

Nûnerê Diyarbekirê Amedsporê di Lîga 2yemîn a TFFyê ya Koma Sor da bi Menemenê ra 0-0 ma û bû şampiyon. Tîm derbasî Lîga 1emîn a TFFyê bû.
Temaşevan ji saetên serê sibê ve ji bo piştgiriyê bidin tîmên xwe hatin Qada Diyarbekirê ya ku bi qasî 33 hezar kesî tijî bû û bi hezaran kes li derve bûn.
Pêşbirka ku şahîda heyecaneke mezin bû 0-0 bi dawî bû. Bi van encaman Amedspor piştî 36 yariyan bi 81 pûanan berhev kir bû şampiyon û derket Lîga 1emîn a TFFyê.
Piştî bidawîbûna yariyê şêniyên bajêr şampiyoniya Çalakiyên Sporê yên Amedê bi kombûna li seranserê Amedê, govendê, fîşekên hewayî û pêxistina meşaleyan pîroz kirin.
Li tevahiya bajêr pîrozbahiyên bi coş dewam dikin.


