Stenbol dê bibe paytexta Kurdistanê
Rojeva Kurd:Nivîskareke Tirk di derbarê çareseriya pirsa Kurd de nêrîna xwe aniye ziman û dide zanîn ku Stenbol dê bibe paytexta Kurdistanê.
Nivîskarê rojnameya Zamana Tirkî Mümtazer Türköne nivîsa xwe ya nû de li ser Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakûrê Kurdistanê nirxandiye. Nivîskar dibêje bi her awayekî guftûgokirina Kurdan li ser xwest û daxwazên wan gelek başe. Daxwaza wan ya statuyek, li ser bernameyeke siyasî bi yekgirtî kombûna wan dibe ku hinek kesan bitirsîne û bibêjin “Heyhooo, Tirkiye perçedibe”.
Her wiha nivîskar di berdewamiya nivîsa xwe de nivîsiye:Em dikarin bi awayeke eşkere li ser vê îhtîmalê rawestîn. Eger Kurdistanek hate damezrandin navenda wê li ku dibe? Belê, Kurdistanek heye û ev herêm eger bixwaze biryarê li ser nasname û kesayetiya xwe û paşaroja xwe bide wî pêwîstî bi navendekî heye. Ew Kurdên ku serxwebûnê dixwazin ez ji wan pirsyar dikim. Gelo paytexta we wê li kuderê be? Siyasetmedarên Kurd, çiqas li pişt dergehên girtî de dewletek birûxênin û yek avabikin, dikarin Kurdan bi tenê bi yek tiştî bidin bawerkirin, ew jî Stenbol dê bibe paytexta Kurdistanê.