Konferansa li Amedê 15-16 de çêbû Netewa kurd temsîl nake
Qonferansa ko li Amadê dê çêbibê Kurdên neteweyî beşdar nabin. Lewra ev qonferans ne ji bona bidestve xistina mafê netewe Kurde. Gelek zelal di xûyaye ev civîn (qonferans) tevizandina doza mafê dewletbûyina Kurdistanê bi xwe ye. Di dîroka netewe Kurd û dagirkerande ev rûdanên wilo pir caran çêbûne. Jixwe ji bangdar ên vê civînê jî tête zanîn ko ev armanc û ramanên Ocalanin, qonferans li ser talîmata wî çêdibe.
Ew xwediyê ehd û peymanên ko bi dewlete Tirk re dabû kar dikê, di nameya xwe a……. Bi dest nivîsa xwe de dibêjê “min peywirdariya xwe bi cîh anî êdî ji vir û hade hûn dê domayîkê bikin.” Di darizandina xwe a yekemîn de heman tişt gotibû. Camêr li ahd û peymana ko bi tirkan re daibû xwedî derdikevê. Di vê qonferansa çêdibê de jî ti sûd a neteweya kurd têde nîne Beşdarên vê qonferansê li hêviya ko bibin xwedî makam û berjewend.
Em tatêl (meraq) dikim ev qonferans dê çî lêkolînê bikê û dê ji kurda re çî daxwaz bike.? Gelek eşkereye ko divirde doza dewlet bûyinê nîne, doza bi navê Kurdistan daxwazek nîne. Û bi navê Kurdistanê qat kesek dê nabê parlementêr. Û ahda ko li meclîsa Tirka tête xwendinê dê neyê gorandin,dê artêş û dadgeha Kurdan çênebit. Ev qonferans dê tu hesabên kûştiyên Kurdistaniyan û wêrankirina gund, valakirna bajarok û peneberiyan li ser netewa kurd ko hetî kirin, wê ne ji Ocalan û ne jî ji dagirkeran bê pirs kirin.
Dê lokolînek berfireh ji qatilên bi qarewat neyên pirs kirin. Em weke Bîzava Partiya Kurdistanê Heta ko ev hesap ji Ocalan û hemû şûrkêşên wî neyê xwestin, em dê beşdarî ti civîn, qonferans û qongiryên li ser banga ji bal arîgir û alîker ên Ocalan nebin. Bo çi bi deh hazaran ciwanên Kurd hatin kûştin, îro çî hat safî kirin daxwaz çi bû êdî bese gelê Kurdidtanê ne xapînin .
Gelê kurd çî bi zorî ,çî bi xweşî, zîç û zarokên xwe, mal û milk û warên xwe, namûs û rûmeta xwe hemî têxistin bin emrê we.Lê we çikir. Û çi safî kir firêza we /we li qada Kurdistanê û dinyayê zindî xuya dikê. Êdî bela xwe ji gelê kurd vekin ji xwe têra wî dijminê wî hene pêdiviya dijmin biwa nîne. Lê armanca we û dijminan a hevpar heye.
Win her du rex li ser dijminatiya kurda li gel hevin. ev jî ewe ko hun di serê kurdan de mêjiyê netewîtî yê pûç bikin. Lê em hêvîdarin, ko hûn dê di van armanc û meramê xwe de bi ser nekevin.Jiber ko ev qonferans ne qonferansa netewe Kurde. Ev qonferans a kemalîstan, çepa û Ergeneqona kurda bi xwe ye. Lewra kesekî neteweyî yên kurd beşdarî vê qonferansê na bin. Û dê ji raya dinyayê re jî îlan bikin ko ev qonferans netewa Kurd temsîl nakê!..
15.06.2013
BIZAVA PARTIYA KURDISTANÊ