Li Tirkiye ji bo guhertina destûra esasî di parlementoyê de hevdîtin li gel serokê parlementoyê destpêkirin. Hemû partiyên siyasî behsa guhertina destûrê dikin,niha guhertina destûrê û çêkirina destûrek nû du tiştên cudane. Li Tirkiye di bingehê xwe de ne hewceye destûrê biguherê, pêwistiya welat destûrek nû, û hevdem heye. Lê mixabin partiyên siyasî ji vê yekê dûrin.
Hêja hinek partî di destpêkê de dibêjin :Bila destûr bê guhertin ,lê 4 maddeyên destpêkê nabê bê guhertin. Gotina guhertina destûrê tenê xapandina civatê ye. Rojên pêş de ev babet dê berfirehtir bê gotubêj kirin.