CivakRojev

Şeredarê Birecik a Ruhayê ji DEMê îstifa kir!

Şaredarê DEM’ê Mehmet Begît û 4 endamên meclîsa navçeya Bîrecîkê ya Ruhayê ji partiya xwe îstifa kirin. Begît, destnîşan kir ku di dema piştî hilbijartinê de destwerdana li ala Tirk, posterên Ataturk û Serokomar Erdogan ên di merasîma radestkirina şaredariya Sûrê ya Amedê de weke sedema îstifakirinê xwe nîşanda.Begit diyar kir ku,hinek dixwazin şeredariyê ji derve îdare bikin, tu îradeyek ji ya gel mestir nîne.


Şaredarê DEM’ê Mehmet Begît û 4 endamên meclîsa navçeya Bîrecîkê ya Ruhayê ragihandin ku wan ji partiya xwe îstifa kirine.

Mehmet Begît ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ji Partiya DEM şaredariya navçeya Bîrecîkê bi dest xist û endamên meclîsê Mahmut Dirier, Sakîp Yaşar, Reşît Çelîxan û Ahmet Arar ji partiya xwe îstifa kirin. Begît ku hincetên îstifakirina xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir û diyar kir ku ew ê destwerdanên derve qebûl nekin.

Begît îdia kir ku şaredarî dixwaze ji derve were rêvebirin û wiha got: “Ji ber piştgiriya ku we di hilbijartina şaredariyê ya 31ê Adara 2024an da da min, ez dixwazim bênavber spasiya we bikim. Di dîroka hilbijartinên şaredariyan de gelê me jî bi vê baweriyê bû.” “Berî her tiştî divê bê zanîn ku ev gotinên ku ez ê bibêjim, ti eleqeya xwe bi endamên DEM’ê yên ku baweriya xwe bi me anîn re nîne. We dengê xwe da me, lê ne mimkûn e ku em destwerdanên ku di dema piştî hilbijartinê de ji aliyê komeke ve tê xwestin li ala me, posterê Ataturk û posterê Serokomariyê bên kirin qebûl bikin.”

Begît di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, “Di pêvajoya piştî hilbijartinê de jî zextên li ser rêveberiya derve destpê kirin. Ez amade me bi gelê navçeya xwe Bîrecîkê re rêveberiyê bikim. Tenê gelê Bîrecîkê rêveberiya navçeya Bîrecîkê dike.” Ez di vê mijarê de bi biryar im ku tu îrade ne li ser îradeya gel e. Em di xizmeta gelê Bîrecîkê de ne.”

Back to top button