Cîhan
Biden carek din bûyerên 1915an wek ‘jenosîd’ pênase kir
Di salvegera bûyerên 24ê Nîsana 1915an a qirkirina Ermeniyan de Qesra Spî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de bûyerên 1915an carek din wek “qirkirin” hatin pênasekirin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bertek nîşanî daxuyaniya Amerîkayê da û got ku, “Ev daxuyaniyên ku rastiyên dîrokî berovajî dikin, li dijî hiqûqa navnetewî ne”.
Di daxuyaniya Qesra Spî ya Serokê DYAyê Joe Biden de, pênaseya ku bi Ermenkî tê wateya “Meds Yeghern – Belayek mezin”, weha hat gotin: “Em jiyana kesên ku di dema Meds Yeghernê ya qirkirina Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em soza xwe nû dikin ku tu carî ji bîr nekin”.
Sala borî ji bo bûyerên 1915an îfadeya “kampanyayek sîstematîk a şîdetê” hatibû bikaranîn.