Cîhan

Stranbêjê Rapê yê Îranî Tumac Salihî bi îdamê hate cezakirin

Hunermendê muzîka Rapê yê Îranî Tomac Salihî di xwepêşandanên ku piştî mirina Mahsa Emînî di Îlona 2022’an de li Îranê dest pê kiribûn, de ji bo pişgiriya xepeşenderan hate mehkûm kirin.Salihî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ve bi tawanbariya “Di rûyê erdê de gendelî kiriye” cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Salihî zêdetirî sal û nîvekê bû ku bi hinceta piştgirî daye xwepêşandanên li seranserê welat ku bi mirina Emînî dest pê kiribûn, di girtîgehê de bû.

Li gor nûçeya rojnameya Şergh a reformxwaz, parêzerê stranbêj Amir Raisian got: “Şaxê 1’ê Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê bi tometa gendeliyê cezayê darvekirinê da Toomac Salihî.

Rapperê Îranî Tomac Salihî yê 32 salî, ku di xwepêşandanên piştî mirina Mahsa Emînî ya di Îlona 2022an de li seranserê welêt dest pê kiribûn, hat girtin, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Parêzerê Salihî Emîr Reîsiyan di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Îranê de diyar kir ku Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê bi îdiaya “Di rûyê erdê de gendelî kiriye” biryara îdamê da Salihî.

Reîsiyan diyar kir ku Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê biryara berê ya Dadgeha Bilind bi cih neaniye û got, “Dadgeha Şoreşê bi awayekî nedîtî biryara Dadgeha Bilind a li ser Salihî guh neda û ji bo wî biryara darvekirinê da.”

Salihî ku bi organîzekirin û beşdarbûna xwenîşandanên ku piştî mirina Mahsa Emînî di Îlona 2022an de li seranserê welêt dest pê kiribûn dihat sûcdarkirin, dema dixwest ji welêt bireve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Cezayê îdamê yê berê ku ji ber kiryarên wî yên teşwîqkirina “şiddet” û “pevçûn”ê yên di dema xwepêşandanan de hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin û cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Back to top button