Kalkan ji bo serketina hizra Kemalistan şîreta li CHPê dike
Endamê Konseya rêveberiya PKKê û yek ji îdeologê xeta siyasî ya PKKê Duran Kalkan di hevpeyvineka xwe de bahsa rewşa Tirkiye û CHPê dike û hinek şîretan li CHPê dike.
Kalkan dibêje ku, komerek li Tirkiye hatibû damezirandin ,lê ne demokratik bû. Berdewamiya gotara xwe de dibêje: Damezrandina komarê heye lê ev ne komareke demokratîk bû.
Ji ber vê yekê di rastiyê de komar tunebû. Di rastiya xwe de nikaribû bibe komar. Gelo niha komar çêdibe? Ji bo ku bibe komar, guhertina zîhniyet û siyasetê pêwîst e.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Kalkan dibêje:Hewl didin Kurdan wekî dijî komarê bidin nîşandan. Hewl didin vê yekê wekî dijberê îradeya Komarê nîşan bidin.
Dixwazin dij-Kurd, komkujî û qirkirinên ku 100 sal in li ser Kurdan dimeşînin bispêrin vê bingehê. Ev ne rast e, xelet e, derew e.
Kalkan berdewamiya axavtina Xwe de dibêje:Di avakirina Komarê de Kurdan keda herî mezin da. Ji ber vê yekê nêrînên Kurd li dijî îradeya damezrandina komarê ne, xelet û derew in.
Kalkan gelek tiştên din ku ji binî tu bingeheke dîrokî tuneye dibêje û hewldide komara Kemalist ku, li ser inkar û îmhakirina Kurda hatî avakirin di çavê kurdan de şirîn bike û tawanên li dijê Kurda hatîn kirin veşêre. Kalkan bi xwe kesayetek Tirk e û bîr û baweriyên Xxwe de çepek nasyonalist e û Kemalistek naskiriye.
Kalkan tu rastiyekî ji dîrokê nizane yan jî gelek bi zanebûn hewldide tawanên Kemalista li dijê Kurda kirî veşêre.
Cumhuriyeta Tirka tu cara nebûye xwedî planekî ku otonomiyê yan jî mafek a rewa bide Kurda. Kemalistan bi tenê ji bo pişgiriya kurda wergirin helwldanên xapandina Kurda kirin û di vê yekê de serkeftin. Çewe ku îro Kalkan bi xwe jî bi heman zihniyetî hewldide.
Armanca Kemalistan ya stratejik ew bû ku, bi navê Tirk neteweyekî bixuliqînin. Cumhuriyetek damezirandin û di çerçoveya vê cumhuriyetê de xwestin neteweyê Tirk peydabikin. Di vê çerçoveyê de plan û programên asimilasyon û komkujiyên kurda çêkirin.
Kemalista digot ku, hewlbidin Kurda cahil û nezan bihêlin û wan asimile bikin û bila bibin Tirk, eger ev plan serkeftinê neyne û kurd li himber vê serîhildin wan bikujin. Komkujiyên li dijî Kurda hatîn kirin hemû encamê vê zihniyeta faşîzana Kemaliste bû. Her serhilaneka Kurda bi hovitî ji aliyê rejima Kemalist ve hate têkbirin.
Di van hilbijartinên herêmî de CHPê serkeftinek destve anî,vê yekê heviyên Kemalistan bi hêz kirin, PKK bi xwe jî di heman xetê de pişgiriya CHPê kir.
Ji bo Kurda pirs ne CHP yan jî AKP yan jî partiyek dine. Ji bo Kurda pirs çareserkirina pirsgirêka Kurde û ev yek jî bi destxistina mafên rewa yên gelê Kurd mimkine.
Her partiyek xwe nêzikî çareserkirina pirsa kurd li ser bingehek rasteqênî bike,gerek Kurd pêşwaziyê li planên wan bike. Ne ku careke din bi xapandina gotinên demokrasiyê û wekheviyê ji aliyê Kemalistan ve bêne xapandin.
Kalkan bi xwe jî projeyeka Kemalistane ku, kurda ji armancên wan yê destxistina mafên netewî û rewa dûr bêxe û fikra kurda ya dewletbûnê bê hêvî bike.
Heta Kurd xayîn ê ajanên di nava xwe de nasnekin û wan teşhîr nekin nikarin rastiya xwe jî bibînin.
Nûçe/Analîz