Cîhan

Piştî êrîşa esmanî ya Îranê li ser Îsraîlê Kuweyt tedbîrên xwe digre

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê, piştî êrîşa firokeyên bêmirov ên Îranê ser Îsraîlê, hikûmeta Kuweytê bi serokatiya serokwezîr Mihemed el-Sabah de civîneke awarte li dar xist.

Di civînê de amadekariyên curbicur li ser asta ewlehiyê li hember hemû îhtîmalan, dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û dabînkirina hemû pêwîstiyan hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve, Rêhewaya Kuweytê biryar da ku hemû geştên hatin û çûyî ji herêmên tengezar bikşîne.

Hat ragihandin ku sefer dê li gorî plansaziyeke nû ya firînê bên kirin.

Iraq, Urdun û Lubnanê ragihandin ku ji ber êrîşên balafirên bêmirov ên Îranê li dijî Îsraîlê, qada xwe ya hewayî girtine.


Back to top button