Cîhan

Îran: Êrîşa xweparastinê êrîşeke yekcarî bû!

Nûnertê Îranê li Neteweyên Yekbûyî bal kişande ser vê yekê ku êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê li gorî çarçoveya tolhildana ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye diyarkirin e; Wî diyar kir ku eger Îsraîl careke din êrîş neke, ev yek dê bibe êrîşeke yekcarî.

Nûnertiyê Îranê li Neteweyên Yekbûyî derbarê operasyona tolhildana Îranê ya li dijî Îsraîlê de daxuyaniyek da.

Daxêyanî bi vî awayîye:

Ev kiryara leşkerî ya Îranê li gorî maddeya 51`ê ya Rêkeftina Netewên Yekgirtî ya berevaniyê ji xwe li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser avahiyên dîplomatîk li Şamê pêk hat.

Lê eger Rejîma Îsraîlî xeletiyeke din bike, wê berteka Îranê gelek tundtir be. “Ev nakokiya di navbera Îran û rejîma hov a Îsraîlê de ye ku divê Amerîka jê dûr bimîne.”


Back to top button