Konseya Têkiliyên Amerîka-Îslamê (CAIR) ku mezintirîn rêxistina parêzvaniya mafên sivîl ên Misilman e li DYAyê, piştî êrîşa hewayî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê bang li Biden kir ku “nêkevin nava şerê herêmî.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê CAIR ve hat dayîn de, ji Serokê DYA Joe Biden hat xwestin ku rageşiya li herêmê kêm bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêveberiya Biden bi pişgiriya xwe Îsraîl teşwîq kiriye ku qeyranan çêbike,
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Amerîkayê piştgiriyê nade qirkirina li Xezeyê û hewldana hikûmeta Îsraîlê ya ku dixwaze DYAyê bikişîne nava şerekî din ê Rojhilata Navîn. “Divê rêveberiya Biden ji hikûmeta Îsraîlê bixwaze ku krîza heyî sivik bike û dev ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî berde.”


