Teksîm ne cihê Kurdan bû
Bûyerên li Satanbolê Parqa Geziyê destpêkirin piralî hate nirxandin. Bûyerên ji bo parastina parqê destpêkirî di cih de ji armanca xwe derket û bû bûyerên Teksîmê. Bêguman her insanek xwedî mafê ku daxwaziyên xwe bi xwepêşandanan bidin diyarkirin. Herweha kiryarên hukumetan protesto bikin. Lê karanîna metodên demokratik gelekî girînge.
Li vê derê di van bûyeran de çend xal hene ku mirov dixwaze behs bike. Dema ku li Kurdistana Bakur agirbest hate ragihandin û PKKê xwe ji Kurdistanê vekişand, li herêmê hindikbê jî aramiyek peyda bû. Di vê qonaxê de destpêkirina bûyerên Stanbolê û bajarên din yên Tirkiye gelekî balkêş bû.
Wek din hêzên di van xwepêşandanan de cih girtin balkêş bûn. Ji berî her tiştekî Çepên Netewiyên Tirk pêşkêşiya van xwepêşandanan dikiran. Kemalistan gelek bi aktîf di van xwepêşandanan de cih girtin. Yanî bi awayek din rêxistinên wek Ergenekonê di van xwepêşandanan de rolek mezin leyiztin.
Kemalist, BDP û MHP
Ji aliyek din BDPê jî di van xwepêşandanan de cih girtin. Hinek parlementerên BDPê gelek bi aktîf ketin di nava xwepêşandanan de û Siri Sureya birîndar bû. Ocalan bi rêya heyeta BDPê ya serdana Îmralî kirî peyamek ragihand. Ocalan peyama xwe de silavan li xwepêşandanan dike û dibêje li bûyerê xwedî derkevin û nehêlin hêviya Ergenekoniyan ve.
Di meydana Teksîmê û li deverên din de jî BDPê li gel Kemalist û nijadperestên Tirk cih girtin. Parlementerê BDPê Ertugrul Kurkçu di parlementoyê de, bûyerên Stanbolê û bajarên din wek berxwedana gelê Tirk û Kurd da nîşandan.
Yanî vekirî dixweyê ku Kemalistên di nava BDPê de bi sekinandina şer li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ne gelekî keyfxweşin.
Bi awayek din xwepêşandanên li Teksîmê û deverên din ne xwepêşandanên Kurdan bû. Daxwaziyên xwepêşanderan hemû siyasî bû. Lê tu kesî behsa Kurdan nekir. Ji xwe gelek caran hêzên Kemalist di meydanên xwepêşandan de şerê BDPê jî kirin û ew di nava xwe de ne dixwestin.. Lê BDPê di xwepêşandanan de israr kirin û milê xwe dan milên wan kesan yên bi her awayî inkara Kurdan dikin.
Hevkariya Kemalistan, MHPê û BDPê li teksîmê hate dîtin, dema mirov baş berê xawe bide weneyên qada xwepêşandanan her tişt vekirî derdikeve holê.
Helwesta BDPê li Teksîmê pêvajoya ku dibêjin ya“ aşitiyê“ ye sabote nake?
13.6.2013
Dara Bilek