Nivîsar
Kurd û hilbijartinên 31ê Adarê
Dewleta kûr Erdogan û AKP guvaştiye û êdî li rêyek nû, li hevkarên nû digere.
Nûrî çelîk
Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê qediyan. AKP û Erdogan di vê hilbijartinê de derbeyek mezin xwar û partî derizî, qelş lê ket. Siyaset, hest û helwesta tund a Erdogan û Bahçelî, neyartîya wan a li dijî Kurdan, êrîşên ser Başûr û Rojava, û ji wan zêdetir siyaseta wan a li dijî xelkên Tirkîyê û têkbirina aborîya Tirkîyê, têkçûn û pataxa siyaseta Erdogan bi xwe re anî. Erdogan jî di nav de, kesî texmînek bi vê ecêbê nedikir. Di vê têkçûnê de ne tenê rola siyaseta AKP, MHP û Erdogan, herweha rol û bandora CHP û herî zêde jî rola Kurdan hebû.
Ya yekê, di encamên hilbijartinê de jî eşkere bû ku di bin re CHP û DEMê li ser şaredarîyên bajarên mezin li hev kiriye û ji bo têkçûna Erdogan û AKP, DEMê berê Kurdên li metropolan daye CHP. Ji xwe piştî serketina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, namzeta DEMê ya Stenbolê Meral Danış Beştaş mikur hat ku dengên Îmamoglu dengên Kurdan e. Ji xwe ji serî de qebûlnekirina namzetîya Başak Demîrtaş nîşana vê yekê bû. Heger hevjîna Selahattîn Demîrtaş bibûya namzeta Stenbolê, wê piranîya Kurdên Stenbolê dengên xwe bidana Başak demîrtaş, wê Ekrem Îmamoglu bi ser neketa û wê Stenbol têketa destê AKP û Erdogan. Li bajarên din jî bi heman awayî bû, CHP dîsa wek berê bi deng û rayên Kurdan bi ser ket.
Ya duduyan, xwenûjenkirina CHP bû. Serokê berê Kemal Kiliçdaroglu 12 caran ket hilbijartinan û 12 caran jî winda kir. Piştî şikestina Kiliçdaroglu û wek serokê CHP hilbijartina Ozgur Ozel, xwînek nû bi CHP ve hat. Ozgur ozel gelek caran bi dilovanî û wêrekî behsa Kurdan kir, xwedî li Selahattîn Demîrtaş derket, wek Kiliçdaroglu xwe ji nêzîkatîya Kurdan neda paş û li hember Erdogan û AKP ji prensîpên xwe tawîz nedan.
A sisêyan, Fatîh Erbakan û partîya wî Yenîden Refah Partîsî jî serê xwe li ber AKP û Erdogan xwar nekir, tawîz nedan û bi nave xwe û partîya xwe ketin hilbijartinê. Hilbijêrên ku ji pêvajoya Necmettîn Erbakan dihatin û wek alîgirên “ Hizra Netewî – Mîllî Goruş“ di nav AKP de kar dikirin (ji bo berjewendîyên xwe bin jî) berê xwe dan YRP û Erbakan û derbeyek li AKP û Erdogan xistin.
A çaran, endamê Dewleta Kûr Unal Canbey di medya civakî de derket pêşberî xelkê û bi zimanekî pir zelal û eşkere got: “AKP ne dewlet e, aparata dewletê ye, dewleta esasî em in”. Canbey behsa hilbijartinên serokkomarîyê kir ku Erdogan û AKP çawa deng û ray dizî ne û ji bo garantîya desthilatdarîya xwe, 12 konteynerên ku bi îmzeyên şil tijî ne çawa radestî dewletek biyanî ( Amerîka, Rûsya, Îsraîl- ji van hersêyan yek) kiriye û wê dewletê çawa ew belge radestî wî (Unal Canbey) kiriye. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta kûr Erdogan û AKP guvaştiye û êdî li rêyek nû, li hevkarên nû digere. Serketina Fatîh Erbakan û YRP dibe ku nîşanek ji vê nîşanê be û wek alternatîfa AKP bê pêşkêşkirin.
DEM Partî di vê hilbijartinê de hema hema di rêjeya hilbijartinên 2019an de ma, ango di rêjeya %5,7 de ma. 3 serbajar, 10 bajar, 65 bajarok û 7 navçe. DEM Partîya ku hefsarê wê di destê Tirkên Kemalîst ên çep (sosyal şoven) de ye, di windakirina dengên HDP û DEM a îro de rolek sereke dilîzin. Vê yekê di nav bingeha HDP û DEM ê de nerazîbûnek mezin çêkiriye û di hilbijartina 31ê Adarê de xuya bû ku di nav DEMê de xet û cudabûna Tirk û Kurdan hêdî hêdî zelaltir zelaltir dibe û Kurd dixwazin toqa çepên Kemalîst ji stuyê xwe derxin û wek Kurd siyasetê bikin. Piştî bêdengîya 7-8 salan ji nû ve derketina Leyla Zana û axavtinên wê yên li qadên Newroz û hilbijartinê nîşanek ji vê yekê ye. Zana bang li Kurdan dike ku dev ji çepên Tirk berdin û wek Kurd xwedî li xwe derkevin. Balkêş e, di vê hilbijartinê de, di 3 serbajar, 10 bajar, 65 bajarok û 7 navçeyên Bakurê Kurdistanê de, ji nava DEM Partîyê çepekî Tirk nehatiye hilbijartin û nebûye şaredar. Piranîya wan Kurd in. Di vir de jî dixuye ku di nava DEMê de, xet û sînorê navbera Tirk û Kurdan zelaltir dibe û ev yek hem li hesabê Kemalîstên nava DEMê nayê, hem jî li hesabê AKP û CHP jî nayê. Yanî dewlet û partîyên dewletê naxwazin hefsar ji destê çepên Kemalîst ên Tirk derkeve û DEM bibe partîyek Kurdî. Komplo û provokasyonên ku li bajarê Wanê û hinek bajarên din li dijî îrada Kurdan tên kirin, sedemek jê ev e. Yanî derketina ji kontrola çepên Tirk ên Kemalîst û dewletê ye. Helbet AKP û Erdogan ji ber têkçûna Stenbol û bajarên din (ji ber piştgirîya CHP) dixwaze heyfa xwe ji Kurdan hilîne (wek dema berê) û bi qeyûman îrada Kurdan bişkîne, lê sedema asasî tirsa “ji kontrolê derketina DEMê û xurtbûna hest û hişmendîya netewperwerîya Kurdî ” ye.
Li vir tiştê ku divê Kurd dersê jê bistînin çi ye?
Li gor min nûjenbûn e, xwenûjenkirin e.
Çawa ku CHPê serokatîya Kemal Kiliçdaroglû yê ku 12 caran di hilbijartinan de biserneketibû û bûbû bela serê CHP ji serokatîyê xist, çawa ku CHP bi Ozgur Ozel û kadroyên ciwan xwe nûjen kir û siyasetek nû da ber xwe, divê Kurd û partîyên Kurd jî xwe nû bikin, bi kadroyên ciwan û nûjen siyasetek nû bidin ber xwe û bi hest û hişmendîyek giştî, bi hest û hişmendîyek Kurdewarî gavvan bavêjin. Ji qewla Leyla Zana ve, divê em “xwe ji siyaseta bratîya gelan û ummetê dûr bixin, xwe ji çepîtî û çepên Tirk azad bikin û wek Kurd siyasetê bikin”. Divê maddî û manewî êdî em neyên bikaranîn û sînorekî bikşînin navbera xwe û dijberên xwe.
Û herî dawî; bi plan û proje, bi aqilê selîm, divê êdî tevger û partîyên me li ser asasê Kurd û Kurdistanîbûnê hewl bidin ku xwe nêzîkî hev bikin, dest bidin hev û li hember dost û dijminan bibin alternatîfek xurt.