Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY ê kir
Îro piştî nîvro, Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jennifer Plaschardt kir û di hevdîtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser pêwîstî û giringiya lidarxistina hilbijartinan li Herêma Kurdistanê hevdeng bûn û tekezî li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh ji bo rakirina astengên li pêşiya proseyê û dabînkirina beşdariyê kirin. .
Her li vê hevdîtinê de behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên danûstandinên navbera her du aliyan bo çareser kirina wan pirsgirêkan hate kirin.