Polîtîk

PSK; Îradeya gel nikare bê desteserkirin

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê xistina serokatîya namzetê DEMê Abdullah Zeydan a ji bo Şaredarîya Bajarê Wanê şermezar kir.

Di daxuyanîya PSKê de ev gotin hatin kirin.

“Îradeya gel nikare bê desteserkirin

Namzetê DEMê Abdullah Zeydan, ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hatibû hilbijartin, bi hinceta ku namzetîya wî tuneye ji wezîfeyê hat girtin. Ev yek helwestek kêfî û antîdemokratîk e. Ev pêkanînên dijhiqûqî yên ku vîna gel binpê dike, nayê qebûlkirin.

Ji alîyê din, bêyî ku pêvajoya qanûnî ya pêwîst biqede Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bi lez û bez belgeya hilbijartinê da namzetê AKPê, ev yek gavek sosret û skandal e.

Divê di wextek zûtirîn de dev ji vê pêngava şaş û neheq bê berdan û wek pêwîstiya rêzgirtina li îradeya gel, belgeya hilbijartinê radestî Abdullah Zeydan bê kirin”.

02.04.2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê

(PSK)

Back to top button