Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ew partî li ser helwesta xwe tekez dike û ti destwerdaneke ne yasayî di hilbijartinan de qebûl nake û pêwîst dibîne ku hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî di pêkanîna hilbijartinan de bên çareserkirin.
Daxûyaniya PDKê:
Îro danê êvarê, dezgeheke ragihandinê belav kir, ku PDKê bi heman merc, tedbîr û yasayan, daxwaza paşxistina hilbijartinan bo demeke din kiriye, daku bi heman merc, tedbîr û yasayan beşdarî hilbijartinan bibe.
Bi vê weminasebetê em radigihînin ku ev nûçe tu bingehek tineye û PDK li ser helwesta xwe israr dike û tu destwerdaneke ne yasayî di hilbijartinan de qebûl nake û pêwîst dibîne ku hemû kêmasîyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî di hilbijartinan de bên çareserkirin. civakan xwedî mafê dengdanê ne û divê encamên hilbijartinan neyên guhertin.
Paşxistina hilbijartinan bi PDKê re wek bijardeyekê ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de hatiye gotûbêjkirin û em dûbare dikin ku PDK hertim alîgirê hilbijartinên destûrî, şefaf û adil e.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê