Divê AK Parti berê xwe bide Kurda !
Serokê Berê yê Parêzgeha Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Dara Akar got, “Tifaqa Cumhur bi ser neket, divê AK Partî dîsa berê xwe bide kurdan, bi demokrat û saziyên sivîl ên demokratîk re tifaqê çêbike.”
Li gorî encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, AKP piştî 22 salan cara yekem bû partiya duyemîn û bi % 35.54 dengan bû partiya duyemîn.
Mehmet Dara Akar, diyar kir ku ji roja damezrandina xwe heta niha di nava AK Partiyê de siyasetê dike û dibêje: Dema me AK Partiyê li Amedê damezrand, wê demê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê daxwaza reformên aborî, hiqûqî û demokratîk dikir. Gelek gav hatin avêtin. Dema ez Serokê Parêzgeha AK Partiyê bûm jî pêvajoya aştiyê hebû. Di wê demê de AK Partî berê xwe da Kurdan û bi tevahiya civaka Kurd re di nava diyalogê de bû. “Li kolanan behsa Erdogan dihat kirin.
Akar berdewamiya daxûyaniya xwe de got:
Ev tifaqa bi MHP’ê re ji roja destpêkê ve ji aliyê Kurdan ve nehat ecibandin. Ev polîtîka demekê li rojavayê Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin, lê AK Partiyê di sala 2017’an de xeletî kir û bi rêjeya ji sedî 51’ê derbasî pergala serokatiyê bû. Dema ew sîstem hat AK Partî mecbûr bû û pêwîstiya wan bi partiyên biçûk ên wek MHP, BBP û yên din hebû. AK Partî êdî nikarîbû ji vê çarçoweyê derkeve. MHP ji reforman re bû asteng. Her cara ku AK Partiyê dixwest di warê hiqûq, demokrasî, aborî û edaletê de reforman bike ji aliyê MHPê ve hat astengkirin.