Polîtîk

Serokê eşîra Tirkmen Husên Allûş li Silêmaniyê hat kujtin

Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITC) diyar kir ku serokê eşîra Tirkmen Husên Allûş bi êrîşa balafirek bêmirov li Silêmaniyê hatiye kujtin û ji Serokwezîrê Iraqê xwest ku lêkolînê li ser êrîşê bike.

Serokê Eşîra Tirkmen Huseyîn Alluş di êrîşa li navçeya Kifrî ya Silêmaniyê, ku zêde Tirkmen lê dijîn, di êrîşa balafirek bêmirov  de hat kujtin. Serokatiya ITFê di vê derbarê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de êrîşa ser Serokê Eşîra Beyatliyê Alluş a li navçeya Kifrî ya Silêmaniyê bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin, “Ev êrîşa ku rasterast Tirkmenan dike hedef, rewşa ewlekarî, aramî û biratiya pêkhateyên Kifrî bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê re bandorê li ser gelê Kurd jî dike”.

Di daxuyaniyê de bang li Serokwezîrê Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê hat kirin ku ji bo ewlekariya navçeya Kifrî, jinavbirina rêxistinên terorîst û paraztina jiyana welatiyan demildest bikevin nava tevgerê û wiha hat gotin: “Em girîngiya destpêkirina lêkolînek lezgîn ji bo eşkerekirina wê yekê tînin zimên”

Parlamenterê Tirkmen Salihî: “PKK ya terorîst serokê eşîra Tirkmenan kujt” Serokê Koma Tirkmenan a Meclisa Iraqê û Parlamenterê Kerkûkê yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Erşat Salihî daxuyand ku di kujtina serokê eşîra Tirkmen Huseyîn Alluş a li Kifrîya navçeya Silêmaniyê karê PKK ye. Salihî yê ku li ser navê Koma Tirkmenan a Meclisa Iraqê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku serokê eşîra Beyat a Tirkmenan Huseyîn Alluş li navçeya Kifrî ya Silêmaniyê ji aliyê PKK ve bi balafirek hewayî hatiye kujtin.

Salihî herweha got:

“Çeteyên PKKê li Iraqê bi awayekî plankirî xwîna welatiyên Tirkmen dirijînin”.

Back to top button