Esad vexwandin Lûtkeya Komkara Erebî

Behrêynê serokê Sûriyê Beşar Esed, ji bo beşdarî Lûtkeya Komkara Erebî bik vexwend. Lûtkeya Komkara Erebî di meha Gulanê de tê lidarxistin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Behreynê BNA, Şahê Behreynê Al Xelîfe ji Esed re nameyek nivîsiye.
Şahê Behreynê di nameya xwe de Esed vexwendiye 33yemîn Lûtkeya Komkara Erebî ku di 16ê Gulanê de li welatê wî were lidarxistin.
Balyozê Behrêynê li Şamê Wehîd Mubarek Seyyar nameya Al Xelîfe ji Esed re ragihand.
Esad par beşdarî Lûtkeya Yekîtiya Ereban bû ku li Erebîstana Siûdî hatibû lidarxistin.
Endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de di 12ê Mijdara 2011an de ji ber şerê navxweyî hatibû rawestandin û wezîrên derve yên welatên endamên Komkara Erebî di civîna 7ê Gulana 2023an de li ser vegerandina Sûriyê bo Yekîtiyê li hev kirin.


