Heta madeya 140ê cibicî nebe pêşmerge paşde venakişe
Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ragehand ku, heta medeya 140ê civîbicî nebe pêşmerge ji deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê venakişin.
Wezareta navxweya Îraqê daxwaz ji pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, ji devera Silêman Beg û Duzxormatû yên ser bi wîlayeta Kerkûkê ve vekişn. Wezareta navxwe ya Îraqê di beyanameyekê de daxwaz ji berpirsên dusyeya emnî li herêma Kurdistanê kir ku, hêzên pêşmerge li devera Silêman Beg û Duzxormatû vekişin ”ji ber ku, li gor destûra Îraqê ew dever di din desthilata hikûmeta federalî dene.”
Di bersiva wezareta navxwe ya Îraqê de, Cebar Yawer emîdarê giştiyê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê got ku, hebûna hêzên pêşmerge li wan deveran asayî û normale û heta madeya 140 neyê cibicîkirin pêşmerge ji wan deveran paşde venakişe.