Newroz Pîroz be!
Newroz ji bo neteweya Kurd xwedî naverokek taybetiye. Eger Kurd newrozê ne li gora vê naverokê pîroz bikin,tu wateya pîrozkirinê namîne û tişta tê pîroz kirin ne Newroz e tiştek dine.
Baweriya me Newroz li kûderê ji aliyê Kurdan ve bê pîrozkirin divê wek sembola netewî di bin alayên Kurdistanê debe. Divê sirûdên Kurdistanî hebin. Wek din kî çewe li gora xeta xwe ya siyasî pîroz dike keyfa xwe ye.
Newroz ji aliyek din destpêka salek nûye. 21ê Adarêyê destpêka jiyana xwezayî ye bihare ye,ax û av dar û devî ji nûve bi giyan dibin û divejin û dibin wek mizgîniyeka hatina biharê, di heman demî de ji bo me Kurdan dibê destpêka hêviyên nûjen ji bo destxistina mafên netewî ji bo jiyanek azad di welatek serbixwe de.
Pîrobahiyên Newrozê êvara 20ê Adarê bi agirberdana xetîra destpêdikira, di taritiya 20ê Adarê de çiya,dar û berên Kurdistanê bi xetîran dihata ronî kirin. Roja 21ê Adarê xelk derdiketin derve diçûna cihên herî xweş û bi biharê xemilî Newroza xwe bi stran û leyixtikan pîroz dikiran.
Bi van hestan Newroz a hemû Kurd û Kurdistaniyan pîrozbe. Bila Ala Kurdistanê her tim bilind be, wek her miletek, mafê Kurdane jî di welatê xwe de li ser axa xwe di bin Ala rengin de bi azadî bijîn.