Polîtîk

Beşdervan ji derveyê Hewlêrê hatibûn

Birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulqadir Telet ragihand ku, Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê duhê li Hewlêrê bi minasebeta 38mîn salvegera damezrandina xwe li Hewlêrê merasimek organîze kiribû û piraniya Beşdarwanên vê merasima han ji Derveya Hewlêr hetibûn.

Çavkanî eşkere kir ku, her çend merasima han bi başî destpêkir û bi başî jî bi dawî hat lê mixabin di dawî de dema ku, Beşdarwan dixwestin wegerin bajar anjî bajarokên xwe di nava bazara Hewlêrê de teqe kirine û xwestine rewşa Hewlêrê aloz bikin.

Birêveberê polîs Hewlêrê eşkere kir ku, hijmareke kêm ji xelkê Hewlêrê beşdariya vê merasima han kiribûn lewre YNKê jî neçar maye ku, ji derveyê Hewlêrê xelk bîne Hewlêrê.

Nav hatî eşkere kir ku, ji sedî 70 Beşdarwanan ji derveya Hewlêrê hatibûn.

Back to top button