Tevgera Goran: Divê em hilbijartinê bikin
Nakokî û pirsgirêkên di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de berdewam in. Piştî biryara kota ya Dadgeha Federal a Iraqê, nakokî zêdetir bûn û her partî di derbarê hilbijartinan de helwesta xwe diyar kir, diyar dike.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe. Gelek ji partiyên kêmneyeweyên Kurdistanê wek Tirkmen û Xiristiyanan biryara boykotkirinê dan. YNK l igel hilbijartinê ye. Tevgera Goran jî helwesta xwe diyar kir û di vê derbarê de daxuyaniyek da.
Tevgera Goran helwesta xwe ya li ser rawestandin û paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê rave kir û got ku ji bo rewabûna saziyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê hilbijartin pêwîst e û bijardeya herî baş hilbijartinek pakij û azad e.
Di daxuyaniya Tevgera Goran a Facebookê de hat gotin ku, “Ji bo vegerandina deng û îradeya welatiyan a bi navê pêvajoya demokratîk û rewakirina saziyên Herêma Kurdistanê, pêwîstiya me bi hilbijartinan heye”.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji bo Herêma Kurdistanê bijardeya herî baş, hilbijartinek pakij e ku bi beşdarbûn û têgihîştina hemû aliyên siyasî bersivê bide pêdiviyên netewî, yasayî û sazî û jiyan û mûçeyên karmendan baştir bike”.